• DOLAR 32.572
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2439.874
  • ...
Gele Sûrê dixwazê dengê azana şerîf bibihîze
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Sûrê di derbarê bûyerên ku li navçê diqewimin û di derbarê di serî de li Mizgefta Mezin û her wiha li gelek mizgeftên din nexwendina azana şerîf de destnîşan kirin ev cara ewil e ku azana şerîf li Mizgefta Mezin nayê xwendin û ji rewşê re bertek nîşan dan. Xelkê navçê daxwaz kirin di vê rewşa pevçûnê de ew her çiqas nikaribin biçin mizgeftan jî ew dixwaz ku dengê azana şerîf bibihîzin. Xelk ji ber vê yekê bang li Miftîtîya Navçeya Sûrê kir da ku azana şerîf were xwendin.

Nîştecihên navçê ji ber ku derketina derve qedexe ye bi telefonê bi ajansa me re têketin têkilîyê û ji girtina mizgeftan re bertek nîşan dan û di derbarê mijarê de wiha diyar kirin: “Em jî dizanin ku ev pevçûn û qedexe tesîreke neyînî li her qada jiyanê dike.Nexasim xelkê navçê piştî êvarî temametî ji kolanan xwe vedikşînin.Qet nebe bila li Mizgefta Mezin a ku 5emîn Harema Şerîf tê qebûlkirin û mizgeftên din azana şerîf were xwendin.Bi vî awayî qet nebe bila xelk ji alîyê manewî ve li ser pêyan bimîne.”

Her wiha hat hînbûn li Mizgeftên Kasim Budak û Îbrahîm Bey azana şerîf tê xwendin.(ÎLKHA)

 

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir