• DOLAR 32.373
  • EURO 35.073
  • ALTIN 2325.319
  • ...
Pevçûnan li Sûrê  jiyanê sekinand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve hat rakirin zirarên ku esnaf û gel dîtibûn derketin holê. Navçe, ji ber zirarên ku mal û dikanan dîtine, berîqat hatine saz kirin û xendek hatine vedan bûye wek wêran.

Her weke tê zanîn berî ve 10 rojan li navçeya Sûrê derketina derve hatibû qedexekirin ku ev  qedexe hat rakirin û cardin li 6 taxan derketina derve hat qedexekirin. Di dema rakirina qedexê de hat dîtin rewşa esnaf û gel pirxedar e.

Sultan Karaşîna ku kesên PKKyî  ketibûn mala wê  û tunelan vekiribûn wiha axivî: “ Ez dê niha çi bikim? Mala min xistin wek wêran. Ez tenê bi serê xwe me. Ez nizanim gelo ez çi bikim. Mala min şewitandin. Niha tu der tune ye ku ez li wir bimînim. Bila ji min re malek bibînin. Dawîya me dê çawa bibe? Em dê herin kû? Pêwîst e ku çareserî ji vê yekê re were dîtin.”

Alamaz Karaşîn jî bang li rêvebirên dewletê kir û wiha axavtina xwe domand: “ Bila aşitîyê bînin. Bila çareserîyekê ji vê yekê re bibînin. Rewşa me di holê de ye. Ji bo Xwedê ev çi rewş e?”

Ji tacirên navçeyê Yusuf O. diyar kir ku di heyama şeran de ew li  navçeyê  nemaye. Her wiha nekarîye ku here serê karê xwe. Oz dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyama şeran de dikanên me hatine vekirin û qamerayên me jî rakirine. Dikanên me gelek xisar dîtine. Em mexdûrên terorê ne. Em dixwazin ku dewlet ji vê yekê agahdar bibe û vê terorê xelas bike.”

Orhan Akdogan jî diyar kir ji ber ku şer heye ew nikare aborîya malbata  xwe temîn bike. Dûvre Akdogan destnîşan kir ku xelkê navçê şerpeze bûye, pêwîst e ku ev bûyer demildest werin sekinandin.

Li navçeyê  mirov dikare malên dêran bûyî, şûna berik û roketan, têlên ceyranan ên ku qetîyane û şebekeye avê yên ku teqîyane mimkûn e bibîne. Her wiha 10 roj e qirşên ku nehatin e berhev kirin bala mirov dikişîne.(ÎLKHA)

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir