Li Kerboranê têqînên tund
Duh êvarî li navçeya Kerborana Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin, piştî ku li navçê derketina derve hat qedexekirin re ji navçê dengên teqînên bi şidet tên bihîstin.
Li gor agahîyan duh ji teref Qeymeqamtîya Kerboranê ve ji ber îstîxbarata ku 30-40 kesên PKKyî yên ku ji serê çiyan hatine bajêr û xendekan dikolin hatibû standin li navçê derketina derve hatibû qedexekirin.
Piştî qedexeya ku li navçê hat îlankirin re li Taxên Safa û Tepebaşiya Kerboranê dengên teqînên dijwar tên. Ji ber teqînên ku pêk hatin gelek mal zirar dîtin. Her wiha gelek kes ji ber ku li taxan pevçûn derketine taxê terikandin.(ÎLKHA)