Li Wanê otobus qulipî:4 birîndar
Li Westana Wanê otobus qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Li Westana Wanê otobusa rêwîyan qulipî, di qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwîyan a bi plaqeya 34 EG 1185 a ku ji Enqerê diçû Wanê li ser rêya Westanê qulipî.
Di qezaya ku pêk hat de Erdal Guleç(43), Fatîh Yuksel(44) ,kesekî ku navê wî nehatîye hîn bûn û Yahya Hasan Rehaniekhashê Îranî birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.(ÎLKHA)