• DOLAR 32.583
  • EURO 34.779
  • ALTIN 2489.824
  • ...
Mizgeft, hessasiyetên me yên herî girîng in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mizgefta Mezin a Amedê ya ku li navçeya Sûra Amedê de ye wek 5emîn Haremê Şerîf a alema Îslamê tê zanîn. Ji ber ku li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin 10 roj bû ku nimêj qet nedihat kirin. Hat ragihandin ku gelê navçeyê doh di Mizgefta Mezîn de nimêja înê kir dûvre ji ber ku 10 roj bû azan nedihat xwendin  bertekekê tûnd nîşan da.

 Li navçeya Sûrê  ji ber ku şer diqewimin qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ev yek jî dibe sedema nexwendina azanan. Ji ber vê yekê doh gelê navçeya  Sûra  Amedê piştî nimêja înê bertek nîşan da. 

Gelê Amedê diyar kir ji ber ku şer diqewimin erîş li mizgefta dîrokî hat kirin û azan hat sekinandin. Ev yek nayê qebûl kirin. Dûvre gel diyar kir ku mala Xwedê Teala hat şewitandin. Pêwîst e gel ji vê yekê re bê deng nemîne.

Osman Mavîce destnîşan kir pêwîst e ku xelk li hemberî êrîşên ku li mizgeftan tên kirin  bê deng nemîne. Mavîce axavtina xwe wiha domand: “ Mala Xwedê Teala dişewitînin. Lê deng ji tu kesî dernakeve. Xelkê me pêwîst e ku li hemberî van bûyeran dengê xwe derxe. Dema ku min dît mizgeft dişewite ez girîyam. Mizgeft, hestyarîyê me yên herî girîng in. Le’net li van kesên ku vê yekê dikin bê.”

“Gelê Amedê Misliman e”

Necmettîn Satan, bal kişand 10 roj e ku di Mizgefa Mezin de azan nayê xwendin. Dûvre wiha pê de çû: “ Xwedê Teala kesên ku dibin sedema vê yekê bê ceza nehêle. Gelê Amedê Misliman e. Kesên ku ji xelkê Amedê re dibêjin Ermenî ew bixwe Ermenî ne. Mizgefta me ya Kurşunluyê, Qur’an û kitêbên  di nava mizgeftê  de hatin şewitandin. Em di welatê mislimanan de dijîn. Lê mizgefta herî mezin a bajêr Mizgefta Mezin 10 roj e ku azan tê de nayê xwendin.”

“Di dewra komarê de mizgeft wek axûr hatibûn bikaranîn”

Ji nişteciyan Nezîr Gezen bal kişand ku gel li hemberî van bûyeran de dengê xwe dernaxe. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ev cara ewil nîne ku di Mizgefta Mezin de  azan nayê xwendin. Dema ku em li dewra komarê mêze dikin em dibînin ku mizgeft wek axur hatibûn bikaranîn. Pêvajoya 28ê Sibatê domahîya diroka komarê ye. Ew pêvajo, pêvajoya Kemalîzmê bû. Îro jî pêvajoya Apoîzmê ye ku Mizgefta Kurşunluyê hat şewitandin. Em dibînin ku gelê kurd ji vê yekê re  bê deng dimîne. Her kî dibe sedema vê yekê Xwedê Teala jê re nehêle.”

 “Pêwîst e ku em li hemberî van êrîşên ku li me’bedên  me tên kirin de bê deng nemînin”

Abdulkadîr Ergulu yê ku ji cemaeta mizgeftê ye diyar kir pêwîst e ku gel li hemberî van êrîşan  bê deng nemîne. Dûvre Ergulu, wiha pê de çû:  “Sedema van pevçûnên ku diqewimin yek jî alimên me ne. Alimên me wezîfên xwe bi cî nayînin. Ji ber ku alimên me peywirên xwe bi cî nayînin ciwanên me dikevin vî halî. Înşaallah ev pevçûn dê xelas bibin. Bi teybet, nexwendina azanan û nimêj nekirina di nav mizgeftan de ji bo mislimanan ‘eybek zehf mezin e. Pêwîst e ku em li hemberî van bûyeran  bê deng nemînin.”

Çawa ku tê bibîr anîn Mizgeta Fatîh Paşaya ku berhamê Osmanîyan a ewil bû di dema qedexe bûna derketina derve ya navçeya Sûrê de hatibû şewitandin. Di şewatê de derîya mizgeftê ya heqîqî hemû şewitîbû minbera wî ya zêrîn jî zirarê dîtibû. (ÎLKHA)

 

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir