• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
Parlementerê Êzîdî: Bila PKK Şingalê biterikîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her wek tê zanîn avahîyên hikûmî yên Şingalê ji teref PKKyîyên çekdar ve hatibûn îşxalkirin. Parlementerê Êzîdî Şêx Şemo ji vê yekê re  bertek nîşan da û dest nîşan kir ‘Heger ew ji bona alîkarîyê hatibin vaye Şigal azad bû. Ji ber vê yekê divê PKK Şingalê biterikîne.”

Her weke ku tê zanîn li navenda Şingalê 7 avahîyên hikûmî ji teref PKKyîyên çekdar ve hatibûn îşxalkirin. Ji vê îşxalkirinê re bertekek jî ji Parlementerê Êzîdî Şêx Şemo hat. Şêx Şemo di derbarê mijarê de destnîşan kir Şingal hatîye azad kirin û ji ber vê yekê divê kesên PKKyî yên çekdar Şingalê terk bikin.

Li gor xebera ku di malpera fermî ya KDPê de  hatîye weşandin Şêx Şemo di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev çendîn car e ku îdareya navçeyê çekdarên PKKê agahdar dike û serdana berpirsên wan dike û daxwaz ji wan dike ku ji avahiyên hikûmî derkevin da ku ew fermangeh dest bi xizmeta xelkê bikin û xelk vegerin ser mal û halê xwe, lê wek diyar e ew dernakevin û nêteke wan ya xerab heye û dixwazin her li nava Şingalê bimînin. Ew xwe wisa nîşan didin ku ew ser bi Bexdayê ve ne û fermana xwe jê werdigirin. Ew dixwazin rewşê aloz bikin. Herêma Kurdistanê ne cihê çalakiyên wan e, dikarin biçin wî cihê ku jê hatine Eger ew bo alîkariyê hatine, va Şingal rizgar bû û bila biçin derve.”(ÎLKHA)

 

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir