• DOLAR 32.586
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2426.745
  • ...
Li Sûrê 4 mekteb hatin şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî qedexeya ku 10 rojan li navçeya Sûra Amedê berdewam kir hat rakirin re texrîbat û dêrana ku li navçê hatîye kirin derket holê.

Hat dîtin ku di pevçûnên ku 10 rojan li navçê berdewam kirin de tevde 4 mekteb hatine şewitandin.

Piştî rakirina qedexeya ku 10 rojan li navçê berdewam kir re li navçê duh cardin derketina derve hat qedexekirin. Di pevçûnên ku li navçê di navbera polês û PKKyîyan derket de tevde 4 mekteb hatin şewitandin.

Her wiha li navçê ji xeynî Mizgefta Kurşunluyê gelek mal, kargeh, wesayît û sikak hatin texrîb û dêran kirin. Li taxên ku lê derketina derve qedexebûn Dibistana Navîn a Yavuz Selîm, Sileyman Nazîf û her wiha Dibistanên Destpêkê yên Cumhurîyet û Mardînkapiyê hatine şewitandin.

Li mektebên ku hatine şewitandin berî niha jî ji ber pevçûnan dayîna perwerdehîyê hatibû sekinandin û xwendekarên mekteban neqlî mektebên din kiribûn.

 Her wiha qedexeya derketina derve ya ku roja pênçşemê di seat 23.00an de hatibû rakirin duh di 16.00an de cardin hat daxuyandin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qedexe ji bona Taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û li Cadeya Gazîyê ye.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir