• DOLAR 32.612
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2491.596
  • ...
 HDP: Berxwedan wê berdawam bike!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tête zanîn li navçeya Sûra Amedê piştî 10 rojan qedexeya derketina derve hat rakirin. Piştî ku qedexe hat rakirin re Parlementera Diyarbekirê ya HDPyî Çaglar Demîrel hat navçê û li Mizgefta Kurşunluya ku hatibû şewitandin daxuyanîyên sosret da. Demîrel di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê berxwedana wan berdewam bike. Lê tiştê herî balkêş Demîrel di daxuyanîya ku da de qet qala sedemên 20 hezar kesên ku navçê terkkirine nekir. Ev yek jî bal kişand.

Duh piştî ku qedexeya derketina derve li navçeya Sûra Amedê hat rakirin re lijneya DBP û HDPê hatin navçê û li Mizgefta Kurşunluya ku hatibû şewitandin daxuyanîyên ecêb û sosret dan.

Parlementera HDP Çaglar Demîrel di daxuyanîya çapemenîyê de wiha axivî: “Kesên ku birîndar bûne hene, êrîşên gelek hovane hatin kirin, çek hatin bikaranîn. Çek li navçê xelkê me birîndar kirin. Me van ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin jî. Em ê hisabê van bipirsin. Em cardin wê berxwedana ku bi taybetî li Sûrê  û bi giştî tevahîya Amedê ye silav dikin û em destnîşan dikin ku ew ê berxwedana me berdewam bike.”

Her weke ku tê zanîn li navçê însan hatin kuştin, cihên îbadetê, mekteb, bi dehan avahîyên dîrokî, mal û dikan hatin texrîbkirin. Lê belê Çaglar Demîrel qet qala van tiştan nekir û di ser de jî daxuyanîyên ecêb û sosret da. Her wiha Demîrel qet behsa sedema koçkirina 20 hezar kesî jî  nekir. Ev yek jî balan kişande li ser xwe.

Çaglar di daxuyanîya ku da de ‘berxwedana xelkê’ silav kiribû ku armanca Demîrel çi bû hêj nediyar e. Demîrel di ser de jî gotibû ew ê berxwedana wan  berdewam bike ku ev yek xelkê zêdetir dilnerihet bû.

Bi rastî jî  hêj ji rakirina qedexe 24 seat derbas nebûbû ku cardin li navçê qedexe hat îlankirin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir