• DOLAR 32.326
  • EURO 35.119
  • ALTIN 2302.391
  • ...
Di doza bûyera Aytaç Baranî de 8 tehlîye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amedê Serokê Komeleya Yenî Îhya Derê Aytaç Baran hatibû qetil kirin. Piştî qetilkirina Baranî bûyer qewimîbûn û 16 kes hatibûn girtin. Hat ragihandin ku doza van 16 kesan li Qeyserî hat dîtin. Di niştinê de 8 berguman hatin tehlîyekirin. 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Qeyserî, niştinê taloqê 16ê berfanbara 2015an kir.

 Di niştina kU ji teref 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Qeyserî ve hat kirin de M.Ç, Y.T, B.K, M.Y, M.F, B.F, Î.A û S.D hatin tehlîye kirin.

Mehkeme, biryara domahîya girtina E.Ç, M.P, M.D, Y.D û F.O  da. Mehkeme, niştinê taloqê 16ê berfanbara 2015an kir.

Li Amedê Serokê Komela Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê Aytaç Baran di  9ê hezîranê de hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina wî bûyer qewimîbûn û di bûyeran de 3 kes miribûn û 11 kes jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir