• DOLAR 32.48
  • EURO 34.557
  • ALTIN 2475.679
  • ...
 "Çawa ku em li namûsên xwe xwedî derdikevin bi heman awayî divê li mizgeftan jî xwedî derkevin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftîyê Bajarê Amedê Burhan Îşleyen, di derbarê Mizgefta Kurşunluyê ya ku li navçeya Sûrê hatibû şewitandin de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî. Îşleyen, destnîşan kir misliman çawa xwedî li can û namûsên xwe derdikevin pêwîst e ku bi heman şiklî xwedî li mizgeftan jî derkevin.

Îşleyen, bal kişand dema ku Pêxemberê Îslamê (rxl) ji Mekkê koçê Medînê dike karê wî yê ewil avakirina mescîdê ye. Îşleyen dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Mûmin li kû derê bijî pêwîst e ku di derbarê wê derê de bifikire. Ev mîrasa ku Pêxemberê me ji me re hiştîye  di dîrokê de ji mûminan re bûye dîyarker. Di hemû bajarê me yên dîrokî de dîmenên herî rind ji mizgegftan pêk tên. Ev yek dide nîşan ku çanda îslamê li ser mizgeft û mescîdan hatîye avakirin.”

Îşleyen, diyarkir ku misliman çawa xwedî li can û namûsên xwe derdikevin pêwîst e ku bi heman şiklî xwedî li mizgeftan jî derkevin. Dûvre Îşleyen wiha pêde çû: “ Di Qur’ana Pîroz de ‘ Mescîdên Xwedê Teala, kesên ku bawerî bi Xwedê anîne, kesên nimêjê dikin, zekatê didin û xeynî Xwedê Teala ji tu kesî natirsin ava dikin.’ hatîye ferman kirin. Resûlê Xwedê Teala pirr girîngî daye avakirina mescîdan. Lewra mirov misqalêk jî pîştgîrî bide avakirina mescîdan xêra wî pirr mezine.”

“Qelbên ku hatine ava kirin mizgeft û mescîdan ava dikin”

Îşleyen diyar kir ku Misliman ji bo dîn û namûsên xwe dijîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: Dema ku em dîn û namûsa xwe ji jiyanê derxin tu tişt li paş de namîne. Mizgeft û ma’bedên me ev nirx diyar dikin.

“Mizgeft pêşeroja vî gelî ye”

Îşleyen destnîşan kir ku mizgeft remzên civata mislimanan e. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bo ku gel asîmîle nebe pêwîst e ku mirov xwedî li mizgeftan derkeve. Ji ber vê yekê pêwîst e ku mirov qet tevlê mescîdan nebe. Bi qestekî xirab jî pêwîst e ku mirov nêzê mizgeftan nebe. Lewre mizgeft avahîyên Xwedê Teala ne.”(ÎLKHA”)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir