Yetîm-Der li Cewzîyê arîkarîya kesên muxtac kir
Li gundê Cewzîya Hêneya Diyarbekirê ji teref Yetîm-Derê ve ji 10 malbatên muxtac re arîkarîya erzaqê û ji 35 malbatên êtîm re jî alîkarîya pereyan kir.
Yetîm-Dera ku bi alîkarîyên ku dike rûyên etîmên mexdûr û muxtac dikenîne alîkarîyên xwe yên ku bi mehane dike di meha kanûnê de jî domand. Yetîm-Der vêcar jî li navçeya Hêneya Diyarbekirê li Gundê Cewzîyê(Gurbuz) ji 10 malbatên muxtac re arîkarîya erzaqê û ji 35 malbatên êtîm re jî alîkarîya pereyan kir.
Serokê Komîsyona Arîkarîyê yê Îrşad-Dera Gurbuzê Nîhat Çam di derbarê arîkarîyên ku hatine kirin de wiha axivî: “Yetîm-Der bi wesîleya me li gund ji 10 malbatên muxtac re arîkarîya erzaqê û ji 35 malbatên êtîm re jî alîkarîya pereyan kir. Bi avayî diltengî û zehmetîya malbatan parîkek bê jî hat kêmkrin. Em hêvî dikin Rebbê me jî di roja qiyametê de wê diltengîya me berteraf bike. Em vê alîkarîya ku ji teref Yetîm-Derê ve hatîye kirin gelekî girîng dibînin û em bangewazîya alîkarîyê li gelê xwe dikin da ku di vê mijarê de ji me re bibin alîkarî.”(ÎLKHA)