• DOLAR 32.518
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2432.922
  • ...
Xelk roj bi roj Sûrê terk dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve ev bû 8 roj ku li Sûrê berdewam dike. Qedexe, digel Qada Şêx Seîd her wiha  6 taxên navçê di nav xwe de dihewîne. Ji ber pevçûnên ku li navçê diqewimin xelkê navçê malên xwe terk dikin.

Xelkê navçê yên ku malên xwe li dûv xwe de dihêlin destnîşan kirin ji ber ku li navçê derfet û îmkanên jiyanê nemane ew ji navçê koç dikin.

Li navçê hat dîtin xelkê ku ji pevçûnan  bêzar û naçar mane hinek ji wan digel zarokên xwe hinek ji wan jî digel alavên xwe hewl didan da ku navçê biterikenin.

Şemîya borî her wek tê zanîn Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û 2 polês li navçeya Sûrê di pevçûnanan de jiyana xwe ji dest dabûn û 2yê qanûnê roja çarşemê li 7 tax û cadeyekî derketina derve hatibû qedexekirin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir