• DOLAR 32.342
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2311.305
  • ...
SON DAKİKA
Evîndarên Pêxember ji şewitandina camîyê re bertekeke tund nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Her weke ku tê zanîn li navçeya Sûra Amedê Camîya Kurşunluyê û Hamama Paşa wek mewzî hatin bikaranîn û hatin şewitandin. Platforma Evîndarên Pêxember ji şewitandinan re bertek nîşan da û wê zihnîyeta ku êrîşî camîyê kirîye tel’în kir.

 “Ji qudsîyetên îslamê re êrîşkirin nemerdî ye”

Di daxuyanîya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di derbarê mijdarê de hat diyarkirin ji qudsîyetên îslamê re êrîşkirin nemerdî û ehmeqî ye û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ji van êrîşan re tu sebeb û hêncet tune ye û çêneba jî.Divê li dijî camîyan hurmetdar bin û divê werin muhafize kirin. Ev tişt divê xeta sor a temamên mislimanan be. Divê ew kesên ku êrîşî camîyan dikin bizanibin ku ew ê hesabê vê bidin Xwedê û ew ê bi cezayeke mezin rû bi rû bimînin. Hereket û civatên ku van fi’lên xirab dikin wê îflah nebin û wê bi ser nekevin.Nexasim vê yekê divê ciwanên kurdan bizanibin.Her wiha dewlet jî ji bona ku zirar li xelkê sivîl û li cihên pîroz neyê dayîn divê tedbîrên cîdî bistîne.”

 “Xelkê Kurd ên misliman hêj bûyerên 6-7ê cotmehê ji bîr nekirin”

Di daxuyanîyê de bûyerên 6-7ê cotmehê hat bibîrxistin û wiha pêde hat çûyîn: “Xelkê Kurd ên misliman hêj bûyerên 6-7ê cotmehê ji bîr nekirin. Em bûn şahidê qetilkirina ciwanan kurdan.Camî zirar dîtin, medrese û qursên Qur’anê hatin texrîbkirin.Qur’ana Kerîm di refan de şewitîn.Her kesê ku Kurd e divê van pirsan karibe ji xwe bike: “Ey lawê Kurdê misliman! Ez ber bi kû ve diçim û çi dikim?”

Di berdewa daxuyanîyê de hat ragihandin ji ber ku PKK pevçûnan kişandiye navenda bajêran xelk mexdûr dibe, zarokên bêguneh tên qetilkirin, nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan  dûvre wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Heta îro ji teref sazîyên civatî yên siwîl, partîyên siyasî û rîspîyan  ve gelek caran banga rawestandina pevçûn û çekan hat kirin. Her wiha dîsa bang hat kirin qet nebe bila pevçûn û şer li navenda bajêran neyên kirin. Di vê mijarê de gelek caran ji teref sazîyên civatî yên siwîl, partîyên siyasî û rîspîyan ve ji xeynî bangê, hişyarî jî hat kirin.Lê mixabin tu kes van hişyarîyan guhdar nekir. Ew daxuyanîyên xwerêvebirîyê yên ku ji teref xelkê ve nayên qebûlkirin û kolanan hendekan dikandarên heremê anî asta îflasê.”

“Pevçûnên di nava bajêran de demildest divê werin rawestandin”

Di berwema daxuyanîyê de hat xwestin ku li nava bajêran şerkirin werin rawestandin û wiha pêde hat çûyîn: “Divê ew pevçûnên di nava bajêran de demildest werin sekinandin. Lewra ev şer û pevçûn zirarê didin mal û canê xelkê me.”

Di dawîya daxuyanîyê de wiha hat diyarkirin: “Em wan kesên ku vê nemerdîyê kirine û wê zihnîyeta ku piştgirîyê dide vê nemerdîyê şermezar û tel’în dikin.”(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir