ÎTTÎHAD, ji şewitandina Mizgefta Fatîh Paşa re bertek nîşan da
Li navçeya Sûra Amedê Mizgefta Fatîh Paşayê şewitandin. Ji ber vê yekê Yekîtîya Medrese û Aliman (Îttîhadul Ulema ) bertekek tûnd nîşan da.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Sûra Amedê pevçûn derketibûn û di şerên ku derketibûn de Mizgefta Fatîh Paşayê hatibû şewitandin. Ji ber vê yekê Yekîtya Medrese û Aliman ji kesên ku mizgeft şewitandina tel’în kir.
Di derbarê şewatê de Îttîhadul Ûlema daxuyanîyeke nivîskî da. Di daxuyanîyê de hat bibîr anîn ku mizgeftên ku dîrokî ne û ji bona mislimanan nirxên herî girîngin. Ev nirxên girîng û mizgeft ji ber pevçûnan zirarên herî mezin dibînin.
Di daxuyanîyê de di derbarê mijarê de wiha hat destnîşan kirin: “ Kesên ku li Kurdîstanê hizûr û aramî naxwazin ev bû nêzî 5 mehan ku gelê me û nirxên gelê me di serî de mizgeft, qursên Qur’anê, medrese û cîyên dîrokî yan hatine wêran kirin an jî dane girtin. Bi teybet xelkê me yên navçeya Sûra Amedê pirr mexdûr bûne. Di vê demsala zivistanê de gelê me bê war hiştin û dikanên tacirên me dan asêkirin. Ev yek rewşa herêmê dide ber çavan.”
Di dawîya daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “Em wek Îttîhadûl Ûlema kesên ku mizgeft û mescîdên me yên ku ji bo me qudsîyetên herî girîng in dixin wek bargeh û dişewitînin her wiha kesên ku çekan tevlîhevî polîtîkayê dikin bi şiklekî tûndî şermezar dikin. Van mizgeftan tu kes nikare bi tu wechê asê bike.”
Wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Pêwîst e ku şêx, rîspî û alimên herêmê bertek nîşan bidin û ji vê yekê re bêdeng nemînîn”(ÎLKHA)