• DOLAR 32.494
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2429.988
  • ...
Dost-Dera Mêrdînê ji şewitandina mizgeftê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn duh di pevçûnên ku li navçeya Sûra Amedê pêk hatin de Camîya Kurşunluyê hat şewitandina. Ji ber vê yekê di derbarê şewatê de ji teref Dost-Dera Mêrdînê ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de ji ber ku Camîya Kurşunlu û Hamama Paşa wek mewzî hatine bikaranîn û hatine şewitandin bertekeke tund ji wê zihnîyeta ku êrîşî şîarên îslamê dike nîşan da.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser mijara pevçûnên ku ji teref PKK ji navenda bajêran ve hatine kişandin û hat diyarkirin digel pevçûnên ku ji teref PKKê ve li navendan hatine destpêkirin zarokên bêguneh tên qetilkirin, nexweş nikarin biçin nexweşxanê û heywan  jî zirarê dibînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir