• DOLAR 32.569
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2434.866
  • ...
PKK li Şingalê avahîyên hikûmî îşxal dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qasim Şeşoyê ku  Fermandarekî Hêzên Pêşmerge yê Şingalê ye ji teref PKKê ve îşxalkirina avahîyên hikûmî re bertek nîşan da û destnîşan kir PKK ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketiye û her roj hêncetekê ji  xwe re derdixe û nahêle fermangehên hikûmî dest bi xizmeta xelkê bikin.

Piştî ku Hêzên Pêşmerge Şingalê xistin bin kontrola xwe hinek avahîyên hikûmî ji teref PKKyîyan ve hatin îşxalkirin. Di derbarê mijarê de Fermandarekî Hêzên Pêşmerge yê Şingalê Qasim Şeşo  daxuyanîyek da û diyarkir PKK ji bona ku ji van avahîyan dernekeve her roj hêncetekî derdixe û bi awayî  nahêle fermangehên hikûmî dest bi xizmeta xelkê bikin.

Li gor daxuyanîya Qasim Şeşo  ya ku li malpera fermî ya KDPê  hatîye parvekirin de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “PKK hêj ji avahiyên hikûmî yên Şingalê derneketiye, ku piştî rizgarkirina Şingalê girtiye. Aliyên pêwendîdar ew agahdar kirine ku ji wan avahiyan derkevin û wan jî gotiye em ê derkevin, lê her car  hêncetekê derdixin û dernakevin.”

Şeşo di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê PKK wan avahîyan terk bike û wiha got: “Fermangehên hikûmî ne milkê ti partiyekê ne jî yê ti aliyekî siyasî ne , lê belê milkê hikûmet û xelkê ne, vêga her divê PKKê ji wan avahiyan derkeve. Heta jê dernekevin fermanber nikarin biçin ser karê xwe û xizmeta xelkê bikin.”

Di derbarê mijarê de berî niha ji teref Nûnerê Kurdên Êzîdî Seydo Çeto ve daxuyanîyek hatibû dayîn ku di daxuyanîyê de hatibû ragihandin PKK avahîyên hikûmî zept kirine û wek qerarqehê  bi kar tîne.

Çeto, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kiribû wan ji PKKê xwestine da ku avahîyên hikûmî biterikenin, lê belê PKK li ber daxwaza wan destnîşan kiribû bila Hêwler û Baxdayê bi hevdu re çareserîyeke ji vê re bibînin.

Her weke ku tê zanîn piştî rizgarkirinê Şingalê, Şingal ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat kontrol kirin. Piştî ku Şingal ji teref pêşmerge ve hat kontrolkirin re  çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr îşxal kirin û wan avahîyan ji xwe re kirin baregeh. Kesên PKKyî her çi qas ji teref rêvebirê Kurdistanê ve hatibe hişyarkirin jî avahîyên hikûmî terk nekirin. Kesên PKKyî niha dibêjin divê Bexda ji me re bibêje derkevin. Bi vî awayî kesên PKKyî destnîşan kiribûn heta Bexday xebera derketine nede wan ew ê îşxalkirina avahîyan bidomînin.(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir