• DOLAR 32.591
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2417.666
  • ...
PKK ji bona însanan derîne serê çiyê zextan li xelkê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dêrikê PKKyîyên ku mal bi mal digerîyan zextan li malbatan dike da ku ji malên xwe dixwazê bila pîrek be dixwazê bila mêr be ferq nake wan derîne serê çiyê. Malbat jî ji ber van zextên PKKê koçî bajarên din dikin.

Di van demê dawî de PKKya ku pevçûnan kişandîye navenda bajêran di salên 90î de li gundan zextan li xelkê dikir. Lê belê PKK niha heman zextên xwe li navendên bajêr û navçeyan li xelkê dike.Li navçê û bajarên ku pevçûn diqewimin xelk piştgirîyê nade PKKê. Ji ber vê yekê kesên PKKyî mal bi mal digerin û zextan li xelkê dikin da ku ji her malabatekî yekî/ê derînin serê çiyê.

Şexsekê Dêrikî yê ku nedixwest navê xwe bide, destnîşan kir PKK zextan li xelkê dike û axavtina xwe wiha domand: “Kesên PKKyî li Dêrikê mal bi mal digerin û zextan li xelkê dikin da ku ji her malekî dixwazê bila pîrek be dixwazê bila mêr be ferq nake derîne serê çiyan an jî wan di bûyeran de bajo pêş. Malbatên ku naxwazin law an jî qîzên wan herin serê çiyê li rasta zext û zordarîyên PKKê tên û PKK wan tehdîd dike. Ji ber van zext û tehdîdan xelkê navçê ji navçê koç dikin û hinek malbat jî zarokên xwe ji navçê dişînin bajarên derdorê.Me van zext û zordarîyên PKKê di salên 90î de jî dît. Zext, zordarî û gefxwarinên ku ji teref PKKê ve li xelkê tên kirin bi heman awayî di salên 90an de jî dihatin kirin. A niha jî PKKê pevçûnan kişande navenda bajêran û heman tiştan li xelkê dike. Nexasim van zextên xwe ji kesên bêkes ango bê eşîr dike. Bi qasî ku me fêm kirîye PKK derbeyeke mezin xwarîye. Ji ber vê yekê jî pevçûnan kişandîye navendan da ku xelkê rake ser pêyan.Lê belê  xelk piştgirîyê nade wan.”(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir