• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Dekanê Fakulteya Ilmên Îslamî medreseya Îttîhadul Ulemayê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dekanê Fakulteya Ilmên Îslamî yê Zanîngeha Êlihê Mustafa Aşkar, Medreseya Seyîd Bilal a ku di wan rojên borî de ji teref Îttîhadul Ulemayê ve li Êlihê hatibû vekirin ziyaret kir. Aşkar di dema ziyaretê de ji rayedarên medresê di derheqê mufredat û perwerdehîya medresê de  agahîyan vergirt.

Aşkar, li medersê ji telebeyan re axavtinekê kurt kir û pişt re bersiva pirsen Ajansa Nûçeyan  a Îlkê da.

 “Îslamîyet, aşîtî û hizûrê anî van axan”

Aşkar, bersiva pirsa girîngî û erka medreseyan a li heremê  wiha da : “Piştî ku  7 sal ji wefata pêxemberê me  derbas bû li Cizîr, Farqîn û Diyarbekirê mizgeftên mezin hatine çêkirin û îslam hatîye van axan. Anatolî jî di sala 432an de îslamê nasdike. Ev tespîteke girîng e. Çawa ku îslamîyet hate vê heremê digel hatine xwe aşîtî û hizûrê jî anîye van axan.”

 “Erka medreseyan a ji bo aşîtîyê gelekî mezin e”

Aşkar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir erka medreseyan pirr girîng e wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em pirs bikin medrese xwe nû kirine yan ne? Di hinek nêrînan de tê gotin ku medrese xwe nû nekirin û li paş de man. Ev nêrîneke şaş e. Girtina medreseyan kareke hesan e. Lê dema ku wê medreseyan girt hûn ê çi bi dest bixin?Heger em rayedar, alim, zanyar û zilamên dewletê li van medreseyan xwedî derkevin û ji bona ku pêş ve biçin em hewl bidin ew ê wê demê ji bona welatê îslamê misliman bigihêjin. Me li Tirkîyê nedît ku kesên ji îmam xatîban mezun bûne tevlî terorê bûne. Kesê ku dînê Xwedê bizanibe terorê nake. Ji ber vê yekê erka medresê yan di warê aşîtîyê de pirr mezin e. Lewra medrese însanên baş digihêjîne û ev însan xizmeta dîn û însanetîyê dikin.”

“Divê dewlet bursê bide telebeyên medresê”

Aşkar di dawîya axavtina xwe de bang rayedarên hikûmetê kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hikumet wê ji bona Cem Evîyên alewîyan heqê ceyranê bide û ji bona dêran jî bac nayê standin. Em ji van tiştan re tiştekî nabêjin. Lê belê em dibêjin ev medrese ne êtîmên vê milletî ne.Bila li medreseyan jî xwedî derkevin. Îxtîyacên telebeyên medresê jî hene. Çawa ku burs ji xwendavanên zanîngehê re tê dayîn bi heman awayî bila ji telebeyên medresê re jî burs were dayîn. Em hêvî dikin di vî warî de gavên pêwîst werin avêtin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir