• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Dêrikîyên ku vegerîyan malên xwe heyirîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Dêrika Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya ku li navçê 8 rojan berdewam kir re xelkê navçê yên ku vegerîyan malên xwe li ber tiştên ku hatine kirin şaşmayî man.Lewra xelk dema ku vegerîyan malên xwe dîtin ku derîyên malên wan hatine şikandin  û tiştên wan bi qedr û qiymet hatine  dizîn. Her wiha li navçeyê hat dîtin ku di pevçûnên ku pêk hatine de gelek mal û dikan zirar dîtîne.

Ahmet Ecerê ku nîştecihê navçê ye di derbarê mijarê de mexdûrtîya xwe wiha anî ziman: “Derî û şibakayên me şikandine. Her wiha 3 pezê min winda bûne. Ji ber  teqemenîyên ku li sikakan hatine bicîkirin ez nikarim li wan bigerim.”

“Ew maye ku mala me neşewitandine”

Hacîre Karagûla ku nîştecihê navçeyê di derbarê mijarê de destnîşan kir malên wê yên bi qedr û qiymet hatine dizîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me îsal digel malbata xwe ji bo xebatê çûbû Îzmîrê. Ketine mala  me hezar û 700 lîre, 3 zerên cumhurîyetê, bîlgîsayar û cixareyên tekele yên dikana me dizînê.Klîmaya me şikandine. Ango ew maye ku mala me neşewitandine.”

“Rebbê min heqê mezlûman ji zaliman re  nahêle”

Fatma Koyuncuya ku li navçê dijî ji ber ku di pevçûnan  de mexdûr bûye gazin û gilîyên xwe anîn ziman û got ku dema ew û zarokên xwe li mala xwe bûn roket îsabetî mala wan kirîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku roket avêtin ez û lawên xwe li malê bûn.Dema ku roket îsabetî dikanê kir mala  me hejîya. Ji xwe dikan wêrane bûye. Temamên firak û tiştên di mala me de zirar dîtin. Zarokên min gelekî tirsîyan. Em ê roja qiyametê ji wan kesên ku ji van tiştan re bûne sedem gilîdar bibin û em ê wê rojê  ji wan hisabê bipirsin. Rebbê min him li vê dinyayê û him jî li dinayaya din heqê temamên mezlûman ji zaliman re nehêle.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir