• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Nisêbîn wêran bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve ya ku li Nisêbînê ji teref Qeymeqamtîya Nisêbînê ve di 29 mijdarê seat 21.00an de hatibû îlankirin 3yê kanûnê di seat 22.00an de hat rakirin. Piştî ku qedexe hat rakirin mezinbûn û şiddeta pevçûnên ku li navçê qewimîne derketin holê.

Li navçê tê dîtin ku mal wêran bûne , roket û berik îsabetî avahîyan kirine û stûnên ceyranê qulibîne.Her wiha ji ber pevçûnan gelek mal, dikan û camî jî bûne hedefa berikan.

Nîştecihên navçê piştî ku qedexe hat rakirin re ji malên xwe derketin derve û ji bona hewcedarîyên xwe berê xwe dan dikanan.Her wiha ji rexekî ve  li navçê hat dîtin ku wesayîtên bi zirx ên polêsan li navçê dewrîye digerin û ji rexê din ve jî dikandar hewl didin da ku zirarên xwe tesbît bikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir