Li Sûrê qedexeya derketina derve hat berfirefkirin
Qedexeya derketina derve ya li navçeya navenda Sûra Diyarbekir, bi şiklê ku qada Şêx Seîd jî tevlî bibe hat berfirehkirin.
Li gor daxuyanîya nivîskî ya ji walîtîyê hatiye dayin, hat ragihandin ku li navçeya navenda Sûrê; qedexeya derketina derve ya li taxên Cevatpaşa, Dabanoğlû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û kolanê Gazîyê hatibû îlan kirin hat berfirehkirin.
Di berdewama daxuyanîya nivîskî ya walîtîyê de jî hat îfadekirin; qedexeya derketina derve bi şiklê qada Şêx Seîd jî tevlê bibe hat berfirehkirin.
Derbarê rakirina dema qedexeyê de jî hat diyarkirin wê bê ragihandin. (ÎLKHA)