• DOLAR 32.517
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2427.76
  • ...
Ji Kiliçdaroglu ji "hevalên" PKKyî re bangewazîya hendekan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bona ziyaretinan hat Diyarbekirê û çû şîna malbata Tahîr Elçî û ji malbata wî re sersaxî xwest.

Kiliçdaroglu piştî ziyareta şînê derbasî Midûrtîya Ewlehîyê ya Amedê ziyaret kir. Kiliçdaroglu piştî ziyaretkirina ewlehîyê çû Baroya Amedê û bi rayedarên baroyê re hevdîtin kir.Kiliçdaroglu piştî hevdîtinê ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da û  destnîşan kir divê demildest ev bûyera kuştina Tahîr Elçî were ronîkirin.

Kiliçdaroglu di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê failên bûyerê werin dîtin û wiha pêde çû: “ Divê li navenda Diyarbekirê faîlî meçhul çênebe. Serokekî baroyê tê qetilkirin û divê miheqeq failên vê bûyerê werin girtin. Bi çi şiklî be divê ev bûyer were ronî kirin. Divê fail werin girtin û hisabê bidin. Ez dixwazim sersaxîyên xwe ji Baroya Amedê re bînin ziman.”

Kiliçdaroglu mijara ji teref PKKyîyan ve li Diyarbekirê danîna barîkatan jî nirxand û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Rehmetlî  alîgirê aşîtîyê bû. Ew berî niha çendîn car anîbû ziman  ku danîna barîkatan ne rast e. Divê hemû kes li gor daxwaza wî tevbigerin.Barîkat pirsgirêkê çareser nakin.Heger hûn li vî welatî sikak û cade yan bigirin ev ne rast e. Diyarbekirî vê naxwazin. Îzmîrî jî vê naxwaze. Diyarbekir ne bajêrekî ji rêzê ye. Ji hevalên, ji kesên ku van barîkatan înşa dikin re ku em nizanin kî ne heger hûn ji Tahîr Elçî hez dikin wasîyeta wî bi cî bînin.”(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir