• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
HUDA PAR çû şîna malbata Tahîr Elçî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Serokê Bajêr a Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu û heyeta ku ji partîyîyan pêk dihat çûn şîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçîyê ku di pevçûnên  li Sûrê pêk hatibûn de jiyana xwe ji dest dabû. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz ji naskirîyên Tahîr Elçî re sersaxîyê xwest  û destnîşan kir ku ew dizanin ku êşa malbata Tahîr Elçî gelekî mezin e û ew vê yekê gelekî baş fêm dikin û wiha pêde çû: “Em hêvî dikin bi izna Xwedê ev yê dawî be û êşên mîna vê cardin li welêt pêk neyên. Daxwazîya me ev e ku dewlet demildest failên vê bûyerê derxîne holê. Her wiha em hêvî dikin ku wasîyeta  Tahîr bi cî were û êdî ev pevçûn xelas bibin. Tahîr Elçî dema bangewazîya dawîbûna pevçûnan  dikir bû hedefa berikan ku ev yek jî me gelekî xemgîn kir. Xwedê Teala sebrê bide.”

 “ Înşallah wasîyeta wî were bicîanîn ”

Yilmaz li şîngehê li ser pêyan bi Firat Anli re jî axivî û ji ber bûyera ku pêk hatîye xemgînîyên xwe jê re anî ziman û destnîşan kir ev êş û mirin cardin dubare nekin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Înşalla êdî dil neşewitin, malik xera  nebin û ev pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe. Bi vî awayî kuştina Tahîr Elçî me xemgînî kirîye. Daxuyanîya herî dawî ya Tahîr Elçî wek wasîyetekî ye. Em hêvî dikin ev tişt were bi cî anîn. Ez bawer dikim heger em hemû ji bona ku ev pevçûn bi dawî bibin hewl bidin ew ê hingê wasîyeta wî bî cî were. Em vê yekê hêvî dikin”

Her wek tê zanîn  Tahîr Elçî 28ê mijdara 2015an li ber Mînareya Çarling dema ku daxuyanîya çapemenîyê dida di naveyna şerê ku di navbera polês û PKKyîyan derket de ma û jiyana xwe ji dest da.

Elçî di daxuyanîya ku herî dawî da de siyaseta PKKê ya hendekan rexne kiribû û daxwaz kiribû ku bila zilamên çekdar ên PKKê ji bajêran vebikişin û ev pevçûn êdî bi dawî bibin.(ÎLKHA )

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir