• DOLAR 32.557
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2428.003
  • ...
Ji bona malbatên Sûriyeyî banga alîkarîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Piştevanîyê ya Merdîn-Sûrîyê ji mjidara 2012an vir ve alîkarîya 2000 malbatê Sûrî dike di bunya xwe de nêzî 50 STKyên sivîl dihewîne û ji kesên jar û feqîr re alîkarîyê dike. Serokê Platforma Piştevanîyê ya Mêrdîn û Sûrîyê Lutfu Gunoglu di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û ji bona malbatên Sûriyeyî banga alîkarîyê kir.

 “Em belavkirineke adilane dikin”

Gunoglu di axavtina xwe de destnîşan kir wan heta niha alîkarîya 2 hezar malbatî kirine, lê belê hêj ji alîkarîyê re hewcetî heye û axavtina xwe wiha domand: “ Me wan lîbas û kincên ku berî niha berhev kiribû ji malbatên hewcedar û feqîr re belav kir. Her wiha em mehane paketên erzaqan amede dikin û ji kesên hewcedar re belav dikin. Ev malbat li ba me qeyid kirîne û formên wan li cem me hene. Em li gor wan forman alîkarîyan belav dikin. Heta ji destê me tê em hewl didin da ku em belavkirineke adilane bikin.Ez dixwazim vê yekê jî bînim ziman; her roja ku derbas dibe hejmera malbatên Sûriyeyî zêde dibe.”

 “Alîkarîyên ku tên kêm in”

Gunoglu destnîşan kir ew wek Platforma Piştevanîyê ya Mêrdîn û Sûriyê ev bû 3 sal ku ew xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha 2 hezar û 150 malbat li ba me qeyid kirîne. Em ji van re alîkarîya erzaq û sotemenîyê dikin. Lê belê alîkarîyên ku tên ber destên me têra malbatan nakin.Ji ber vê sedeme barê me her roja ku derbas dibe girantir dibe.”

Bangewazîya alîkarîyê

Gunoglu di dawî ya axavtina xwe de bang ji kesên xerxwaz re kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji kesên xêrxwaz dixwazin ku ew alîkarîya van însanan bikin. Ev kes kî bin û ji ku hatibin qet ferq nake. Lewra ew niha mêvanên me ne. Divê hemû kes bi şiklekî vî barê hilbigire.”(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir