• DOLAR 32.451
  • EURO 34.505
  • ALTIN 2470.707
  • ...
Şehîdên medresê li ser qebrên xwe hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sala 1993an de ji teref PKKyîyan ve li gundê Torekê erîş li medresê hat kirin. Di êrîşê de Suleyman Berdîbek û Zîya Kayli bi şiklekî wehşîyane hatin qetil kirin. Şehîd Suleyman û Şehîd Zîya, di salvegera 22yemîn a şehadeta wan de li ser qebrên wan hatin bibîranîn. Hezkirîyên wan li ser qebrên wan yasîn xwendin û dia kirin.

Bernameya ku li ser goristan hat lidarxistin bi xwendina Qur’ana Pîroz hat destpêkirin. Lêkolîner û nivîskar Cîhan Bozada li vir axavtinekê kir û bi ayet û hedîsan di derbarê mertebeya şehîd û şehadetê de axivî.

“ Şehîdan nirxên xwe yên herî pîroz fidayê Xwedê Teala kirine”

Bozada diyar kir ku şehîdan nirxên xwe yên herî pîroz fidayê Xwedê Teala kirine. Dûvre wiha pêde çû: “Şehîdan canên xwe fida kirine. Digel canê xwe mal, hezkirin, ewlad, hevser û malbatên xwe jî fida kirine. Ji ber ku şehîdan ji bo rizayê Xwedê Teala canê xwe fida kirine, Xwedê Teala jî jiyanekê nû ji wan re bexşandîye. Xweda, dê jiyanekê ku em nikarin di hûşê xwe de tesewir bikin ji wan re bibexşîne. Lewra Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike: “Kesên ku di rêya Xwedê Teala de tên kuştin ji wan re nebêjin ‘Mirîne’. Berevajî ew zindî ne. Lê hûn derk nakin.’Şehîd, cîyên xwe diguherînin. Ji jiyanekê bizehmet û zûr çûne jiyanekê berfireh. Ew jî dizanin ku wan jiyan guhartîye. Dizanin ku di jiyaneke herî cûda de ne. Lê nizanin ku mirine.”

 “Ciwanên ku we nas nakin lê ji we pir hez dikin gihaştine”

Bozada, di domahîya axavtina xwe de cî da peyvên şehîd û aliman ên di derbarê şehadete de. Dûvre wiha bang li şehîdên ku di goristanê de ne kir: “Ey şehîd Zîya û Şehîd Suleyman! Ciwanên ku we nas nakin lê ji we pirr hez dikin, di rêya we de dimeşin û xwedî li doza we derdikevin mezin bûne. Mizgînî li we.” (ÎLKHA)

 

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir