• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
"Bê guman  pêvajo êdî wiha nameşe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve li navçeya Sûrê roja şemîyê hatibû îlankirin. Hat ragihandin ku ev qedexe roja dûşemê  di wextên sibe di saet 07.00an de hatîye rakirin. Digel rakirina qedexeyê hêj jî di navçeyê de rageşî didome. Nîşteciyên navçeyê destnîşan kirin ku ew dixwazin ev şer were rawestandin. Ji bo vê yekê jî çi hewce dike pêwîst e  ji kî çi tê bila bike.

Demekê dirêj e ku li navçeya Sûrê şer didome. Hat dîtin ku di vê demê de gelek dikan, xanî, mizgeft, sazîyên dîrokî, erebe û trafoyên ceyranê bûn hedefa berikan. Mimkûn e  ku mirov di nav navçeyê de cî bi cî xanîyên ku daketine, rêçên roket û berikan, têlên ceyranê yên ku qetîyane û şebekeyên avê yên ku xerab bûne bibîne.

Di taxên Abdaldede, Alîpaşa, Camî Kebîr, Camî Nebî, Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatîh Paşa, Hasirli, Îskenderpaşa, Melîkahmet, Zîya Gokalp, Lalebey, Suleyman Nafîz, Savaş û Cemal Yilmazê yên ku hêj li wan şer didome de şûna berikan bala mirov dikşîne.

Hat dîtin ku polês bi wesayîtên bizirx dewrîye digerin, xwedîyê dikanan zirarên ku hatine dîtin tespît dikin û piştî ku qedexe hat rakirin gelek malbat navçeyê terk dikin.

Bê guman  pêvajo êdî wiha nameşe

Li navçeya Sûra ku çend car qedexeya derketina derve hatîye îlankirin  xizmetên  civakî, aborî, tendirûstî û perwerdehîyê bi şiklekî neyînî bandordar bûn. Niştecîyên ku li navçeyê mexdûr bûne ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re mexdûrîyetên xwe qise kirin.

Mansûr Ezgîn, di taxa ku Tahîr Elçî hat kuştin de li ser navê niştecîyên taxê wiha axivî : “ Tiştên ku diqewimin dewlet jî PKK jî dibîne. Tiştê herî girîng ew e ku mirov ji van  bûyeran ibret bistîne. Bê guman e ku êdî pêvajo wiha nadome. Her car yê ku zirariê dibîne gel e. Çi dibe bi gel dibe.”

“Di hengama pêvajoyê de pêwîst e ku her dû alî jî werin rexne kirin”

Ezgîn, diyar kir ku di serî de ew bixwe û her wiha hemûyê gelê kurd piştgirîyê didin pêvajoya çarerserîyê. Dûvre Ezgîn axavtina xwe wiha domand: “Lê me dît ku hikûmet ji dil nîne. Heke di karekî de jidilî tûnebe çareserî jî tûne. Rast e kêmasî di her dû alîyan de jî heye. Heke ji alîyêkî ve mirov li mijarê binêre tiştekî wek çareserîyê çênabe. Pêwîst e ku her dû alî jî werin rexne kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku aşitî çêbe.”

Ezgîn, kuştina Tahîr Elçî ji nirxand û destnîşan kir ku Tahîr Elçî mirovekî aşitîxwaz bû û hertim li hemberê pevçûnê  bû.

Ezgîn, wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wek gel, em aşitî û aramîyê dixwazin. Ji bo polêsên ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan em pirr xemgîn bûn. Pêwîst e ku demildest ev pirsgirêk werin çareser kirin.”(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir