• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Hûrgilîyên şewata Qursa Qur'anê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Benîna Pasûrê di Qursa Qur’anê de ji ber qulibîna sobaya ceyranê agir bi qursê ket. Di şewata ku di qursê derket de 6 telebe jiyana xwe ji dest dan û 3 telebe jî birîndar bûn. Mela û nîştecihên gund di derbarê bûyerê de agahî dan û destnîşan kirin şewat ji ber qulibîna soba ceyranê derketîye.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di şewatê de telebeyên bi navê Serhat Sancar, Suat Çankaya, Şahîn Kahraman, Mehmet Bîngol, Sabahattîn Altun û Nur Muhammed Baykan jiyana xwe ji dest dan.

Melayê Gund Murat Tamaç di derbarê Qursa Qur’anê de destnîşan kir medreseya gundê wan ji 2011an vir ve xizmetê dide û wiha pêde çû: “Li medreseya me nêzî 20 telebeyan ilm tehsîl dikirin. Şewat di derdora seat 02.00an de derket. Tevde 12 telebe li medresê mabûn. Telebeyên din hin ji wan çûbûn malên xwe hin ji wan jî ji ber ku betlane bû ne li medresê bûn. Piştî ku agir bi medresê dikeve ji navbirê 10 deqîqe derbas nabe ku gundî mudaxeleyî agir dikin. Lê ev mudaxele gelekî bi zehmet bû. Lewra medreseya me li qata dudowan bû.  Em nikaribûn ji merdîwanan derkevin jorê. Me camên şibakan şikand da ku telebe hewayê bistînin. Gundî bi metere û bîdonan av kişandin da ku agir bitefînin. Dema ku me agir tefand em ketin nava medresê û me dît ku 5 telebe piştî ku ji ber dû jiyana xwe dane re di nava agir de şewitîne û telebeyek jî li salonê ji ber dûyê agir jiyana xwe ji dest daye. Telebe ew qas şewitîbûn ku nedihatin naskirin.”

Her wiha Mikaîl Çelîk û Ferdî Elmasê ku nîştecihên gund in di derbarê bûyerê de destnîşan kirin dema ku ew ji bûyerê agahdar bûn digel gundîyan her çi ji destên wan hat kirine. Ew digel gundîyan ji bona telebeyan ji şewatê xelas bikin hewldanê.(ÎLKHA)

 

 





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir