• DOLAR 32.385
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2325.822
  • ...
Şerên ku li Sûrê didomin dilnerehetîya gel zêde dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sûra Amedê roja şemîyê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Hat ragihandin ku ev qedexe doh sibe di 07.00an de hat rakirin. Lê hê jî dengê çekan tê bihîstin. Ji ber vê yekê dilnerehetîya gelê Sûrê jî roj bi roj zêdetir dibe.

2 roj berê li navçeya Sûra Amedê  şer derketibû. Di şer de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û 2 polês jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgerê Komarê ya Amedê Ramazan Solmaz û lijneya pê re ji bo ku tehqîqat bikin  cara 2yemîn çûn ciyê ku bûyer lê qewimî bû. Lê dîsa gule berdan wan. Şer derket. Di şerê de 2 polês birîndar bûn.

Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê hat rakirin. Lê li hinek deran hê jî dengê çekan tê bihîstin. Niştecîyên navçeyê hewl dan  derkevin derve da ku îxtîyacên xwe temîn bikin. Lê ji ber ku dengê çekan tê nikarin derkevin derve. Esnaf jî xwestin ku dikanên xwe vekin. Ji ber ku şer didome esnaf nikarin dikanên xwe vekin.

Gele Sûrê hindik jî bibe hewl didin ku hewcedarîyên xwe temîn bikin. Di vî demê de bi polêsan re rû bi rû dimînin. Hinek niştecî xwestin ku biçin malen xwe. Lê ji teref  polêsan ve hatin sekinandin. Ev yek jî bû sedema rageşîyê. Ji ber avêtina gaza îsotê him gel him jî polês bi şiklekî neyênî bandordar bûn. Hinek  behiş ketin. Ekîbên tendirustîyê midexaleya wan kirin. Kesên ku rewşa wan giran bûn bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Hat dîtin ku PKKyîyan di kolanan de bi çek û bimbeyan êrîşî  polêsan kirin. Polêsan jî bi heman şiklê gaza îsotê û çek bi kar anîn. Ji alîyekê din ve hat dîtin  di taxên ku şer têde tune ye  de xwendekaran her çiqas xwestin  ku biçin dibistanê jî zehmetî kişandin. Kovanên fişekan ên di nabeyna kolanan de jî rewşa tundîyê anî ber çevan. Hinek xurdefiroş jî kovanên vala yên di nabeyna  kolanan de berhev dikirin. Ev yek jî balkêş bû.

‘ Heke em dikanên xwe vekin ji roketan  heke venekin dê ji birçîyan em ê bimirin’

Esnaf dest nîşan kirin ku xeynî asêkirina dikanan tu rê li berîya wan tune û  dûvre wiha pêde çûn: “Jiyanê ji me re xistin wek jehr. Ji gel çi dixwazin? Êdî bawerîya me li tu kesî tune. Çekên kî heye tê di nav Sûrê de şer dike. Mafên jiyanê nadin gel. Heke em dikanên xwe vekin em  ê ji roketan bimirin. Heke em venekin em ê ji birçîyan bimirin. Em nizanin gelo em çi bikin.”

‘Em di welatê xwe de bûn wek biyanî’

Esnafek ê ku nexwest navê xwe bide jî wiha axivî: “Ji me re gotin di Sûrê de qedexe rabûye. Lê dema ku em vegerîyan malên xwe me dît ku bombe diteqin. Ev çi kar e. Em di welatê xwe de di kolana xwe de û di mala xwe de bûn wek biyanîyan. Em dema ku ji mal derdikevin em dibêjin gelo em ê dîsa herin mala xwe. An jî dema ku em diçin mala xwe em dibêjin gelo wê em carek din jî derkevin derve.”(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir