Serokomar Erdogan: Heger îddîa were îspatkirin ez ê dest ji serokomarîyê bikşînim
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bersiva îddîayên Serokomarê Rûsyayê Vlademîr Putîn ' Tirkîyê ji DAIŞê nefte dikire' re bersiv da û got ku ' Dema ku tiştekî wiha hat îspatkirin ez li vî meqamî namînim, lê belê ji Putîn re dibêjim 'Gelo tu yê li wê meqamê bisekinî?"
Putîn li Parîsê di civînê de anîbûn ziman û gotibû ku ‘Dema ku me li temamên delîlên di destê xwe de nihert me dît ku Tirkîyê ji bona ku rêya nefta DAIŞê karibe muhafeze bike balafira şer daxistîye.”
Serokomar Erdogan ji van gotinên Putîn re bersiv da û wiha ragihand:” Ez dikarim li vir tiştekî pir pir biîdia deynim holê. Dema ku ev tişt hat îsbatkirin, esaleta miletê me vî tiştî dixwaze. Ez li ser vê meqamê namînim, lê ez birêz Pûtîn re dibêjim, 'Tu yê li ser wê meqamê bimînî?' Ez vî ev qas eşkere dibêjim. Min îro li vir, ev bi hin lîderan re jî parve kir."(ÎLKHA)