• DOLAR 32.599
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2409.354
  • ...
Li Qursa Qur`anê şewat:7 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Benîna Pasûrê di Qursa Qur`anê de ji ber sedemeke hêj nediyar şewat derket.Di şewata ku derket de 7 telebe jiyana xwe ji dest dan û 3 telebe jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin şewat di derdora seat 01.30an de derket. Xelkê gund çawa dîtin agir bi qursê ketîye tev hewl dan da ku agir bitefînin. Xelkê gund destnîşan kirin çawa ku agir derketîye wan gazî îtfaye û ambûlansê kirine, lê belê ambulans û îtfaye piştî 3 seat nîv hatine gund.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Li gor şahidan şewat ji kontaxa ceyranê derketîye.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir