• DOLAR 32.367
  • EURO 35.048
  • ALTIN 2326.05
  • ...
Ji HUDA PARê di derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Navenda Giştî ya Partîya Doza Azad di derbarê pevçûnên ku Serokê Baroya Amedê tê de jiyana xwe ji dest dabû de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku ji teref Partîya Doza Azad  ve hat dayîn de  banga girtina failên bûyeran hat kirin.

Di daxuyanîya ku tê de qetilkirina Tahîr Elçî hat şermezarkirin di derbarê bûyerê de hat ragihandin ev êrîş li dijî hizûr û aşîtîya civakê hatîye kirin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin divê berî kêlîkê bûyer were ronîkirin û  di debarê Elçî de hat diyarkirin ku Elçî kesekî sivîl bû û ew ji kuştina kesên sivîl û ji pevçûnên ku li navendên bajêran dihat kirin gelekî aciz dibû û ew, vê yekê çendîn caran anîbû ziman.  

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat dayîn de di derbarê mijarê de ji van gotinan re cî hat dayîn:

“Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di nava camîaya hiqûqê de xwedîyê cihekî bi rûmet bû. Dema ku Tahîr Elçî  ji bona ku pevçûn ji navendên bajêran û ji nava heremên sivîl werin kişandin di daxuyanîyê çapemenîyê bang dikir ku hêj du deqîqe derbas nebûbû  li ber çapemenîyê û li ber çavên hemkarên xwe hat qetilkirin.

Berî niha jî ji bona hizûr û aşîtîya civakê ji teref Tahîr Elçî ve bang hatibûn kirin. Em vê cinayetê bi tundî şermezar dikin. Em ji malbata Tahîr Elçî, ji Baroya Diyarbekir û ji hezkirîyên wî re sersaxîyê dixwazin.

Berî niha jî di pevçûnên ku li heremên kesên sivîl lê dijîyan pêk dihatin de kesên ku dimirin exlebe sivîl bûn. Lê  ev rastî ji teref raya giştî ve baş nehat dîtin.

Her wek tê zanîn hêj ne diyar e Tahîr Elçî di wê hengâme de bi zanebûn hatîye kuştin an jî bi şiklekî plankirî lê sûîqest hatîye kirin. Ev mijar hêj ne zelal e. Tiştekî esseh  heye ku tu kes nikarî berevajîya wê bibêje ku ew jî sivîlbûna Tahîr Elçî  ye ku wî her tim teleb dikir da ku pevçûn li heremên ku kesên sivîl lê ne neyên kirin. Ew di vê mijarê de acizîyên xwe dianî ziman.

Bi çi şiklî dibe ferq nake divê demildest ev hadîseya menfur were ronîkirin û tiştên ku di derbarê vê mijarê wê bi dest bikevin bi raya giştî re werin parvekirin. Her wiha divê ew kes an jî kesên qatil bên girtin û werin darizandin.

Ji ber alozî û bûyerên ku piştî 20ê tîrmeha 2015an pêk hatin xelkê me gelek zirar dîtin. Ji van alozî û bûyerên û kişandina pevçûnan a Navenda bajêran re  di serî de Birêz Elçî û her wiha yên mîna wî gelekî aciz dikir.

Divê demildest ev pevçûn û şer werin rawestandin. Ev him daxwaza me û him jî ya xelkê me ye. Ji bona ku hewldanên Tahîr Elçî yên ku di vî warî de dane heba nebin divê hemû kes tiştê ku li para wî dikeve bi cî bîne.  

Divê çek bên rawestandin, qet nebe jî pevçûn û operasyon ji heremên sivîl werin dûrkirin.

Em cardin vê êrîşa menfûr bi şidet şermezar dikin û ji malbat, zarok û hezkirîyên wî re û her wiha ji camîaya hiqûqê re daxwazîya sersaxî û sebrê dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir