Li Sêrtê êrîşa bi kêr li serokê `eşîrê hat kirin
Li Sêrtê serokê `eşîrê yê ku êrîşa bi kêr lê hat kirin jiyana xwe ji dest da.
Li navenda Taxa Kooperatîfê, êrîşa bi kêr li Kasim Bayarê ku 65 salî bû hat kirin. Bayar, bi şiklekî giran birîndar bû. Dûvre xizmên wî Kasim rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Lê digel tim midaxaleyan Bayar jiyana xwe ji dest da.Hat ragihandin ku Bayar, bavê 20 zarokan bû û serokê Êla Soran bû.
Hat diyar kirin ku şexsa bi navê H.B. yê ku êrîşê lidarxistibû piştî êrîşê revîye. Ji bo ku were girtin tehqîqat hat destpêkirin.(ÎLKHA)