Erdogan û Putîn wê neyên ba hev
Li gor agahîyan Erdogan û Putîn wê di Civîna Îqlimê de hatibana ba hev. Lê belê li gor agahîyên ku ji teref Qesra Kremlînê hatine dayîn Erdogan û Putîn wê hevdîtinê nekin.
Dihat hêvî kirin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûs Vlademîr Putîn li Civîna Îqlimê werin ba hevdu û hevdîtinekê bikin. Lê belê li gor agahîyan hevdîtin wê pêk neyê.
Di derbarê mijarê de ji teref Qesra Kremlînê ve daxuyanîyek hat dayîn . Di daxuyanîya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihand: “Erdogan û Putîn wê di Civîna Îqlimê ya ku ew ê li paytexta Fransayê bê lidarxistin de hevdîtinê nekin. Di navbera her du serokan de jî hesaba tiştekî wiha nayê plankirin.”(ÎLKHA)