• DOLAR 32.602
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2496.241
  • ...
Li Edenê 28ê sibata STKyên îslamî berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bankaya Zad a Ûmud Derê Abîdîn Serîn bal kişand li ser 115 sal cezaya ku ji 24 kesên ku endamên STKyên îslamî ne re hatîye birîn û destnîşan kir ku ev ceza hêj li Dadgeha Bilind in û mexdûrtîya wan hê jî berdewam dike.

“ Temamên komployan derketin holê, lê belê heta niha ji dosyayên STKyên îslamî yên Edenê û yê Îhya Dera Elazîzê qet nehat behskirin ku ev tişt jî gelekî manîdar e.”

Serîn di derbarê mijarê de wiha got: “Ji wan 30 kesên ku di operasyonên di sala 2011an de hatin binçavkirin yek jî ez bûm. Doza me li 5emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Edenê bi salan berdewam kir û ji 24 kesî re ku ez jî di nav wan de me 115 sal ceza hat dayîn. Ev cezaya ku di nîsana 2015an de hatîye dayîn niha li Dadgeha Bilind e. Dema ku em li dosyaya ku me jê ceza xwarîye binêrin, em ê bibînin ku fealîyetên îslamî yên mîna Mewlûda Pîroz sûc hatine hesibandin. Wekî din jî gelek buxtan û îftîra li me hatin kirin. Îro xwedîyê wan destên qirêj derketine holê, kumpasên ku ji teref rêxistina parelel ve li dijî camîayên îslamî hatine kirin tê axavtin, lê belê tu kes qala dosyayên STKyên îslamî yên Edenê û ya Îhya Dera Elazîzê nake. Ev tişt gelekî manîdar e.”

 “Em li benda xelatê bûn lê belê ceza dan me”

Serokê Ûmud Derê destnîşan kir ew her meh ji sedan malbatê hewcedar û feqîr re alîkarîyê dikin û wiha pêde çû: “ Ûmud Der ji roja ku hatîye damezrandin heta niha ji bi hezaran malbatên feqîr û jar re alîkarî kir. Em li benda tebrîkkirinê bûn. Lê mixabin cezaya hebsê dan me. Me tiştek ji vî tiştî fêm nekir. 2 hevalên min yên ku berî niha Serokatîya komelê dikirin jî hatin cezakirin. Ez jî serokê sêyemîn a vê komelê me û min jî ceza xwar. Ji xeynî min her wiha çend hevalên min din jî ceza xwarin. Li Edenê li dijî kesên dîndar û bawermend 28ê sibatê hêj berdewam dike.”

 “Girtin û darizandina me encama kumpasekî ye”

Serîn axavtina xwe di derbarê darizandinê de domand û wiha ragihand: “Dozger ji bona min beraat xwest, lê mehkemê cezaya hebsê da min. Girtin û darizandina me encama kumpasekî ye. Ji xwe tu sûc jî di holê de tune ye. Ji ber ku em fealîyetên zagonî dikin em tên cezakirin. Dixwazin çi tiştî bikin min fêm nekir. Gelo hinek kes ji me dixwazin ku em terka dînê xwe bikin? Heger daxwaza wan ev tişt be, bila li qisurê nenêrin em terka dînê xwe nakin û em amede ne ku di oxira dînê xwe de bedelê bidin.”

Serîn destnîşan kir di salên 2000an de di encama kumpasên ku hatin kirin de bi hezaran kes hatin binçavkirin û wan têxistin girtîgehê. Serîn dûvre axavtina xwe wiha domand: “  Berî niha jî gelek kumpas li vê camîayê hatin kirin. Bi rojan îşkence li însanan hatin kirin û bi zext û zorê îfadeyên sexte bi wan dan îmzakirin. Bi vî awayî cezaya muebbet dan wan. Kesên ku ev bû 15 an jî 25 sal ji ber xebatên xwe yên îslamî di girtîgehê de ne. Êdî bes e, bila wê 28ê sibata ku li dîndaran tê kirin biqedînin.”

 

“Em ê heqê xwe li wan kesên ku vê zilmê li me kirine re helal nekin”

Serîn di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ew, wan kesên ku di derheqê wan de dêk û dolap çêkirine ji Xwedê Teala re hewale kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heger cezayên me werin tesdîqkirin û em têkevin girtîgehê ew ê serê me bilind be û em ê bi rûyekî spî têkevin hebsê. Bi iznillah em ê rojekî an li ser lingên xwe an jî li ser pişta xwe derkevin. Lê belê em ê li roja qiyametê ji wan kesên ku vê zilmê li me kirine gilîdar bin. Em ê qetîyen heqê xwe li wan helal nekin. Em ê li hizûra Xwedê destê xwe bavêjin pêsîra wan û ji wan hesab bipirsin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir