Hz Ebûbekîr wê li Êlihê bê bibîranîn
Ji teref Sag-Çeva ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve wê di derbarê Hz Ebubekir de bername were tertîpkirin. Gelê Batmanê ji bo bernameya ku mijara wê 'Hz Ebubekir û Wefa' ye hatin de'wet kirin.
Sag- Çeva ku kar û barên xwe li Êlihê birêve dibe û endamê Platforma Evîndarên Pêxember e wê bernameyekê di derbarê Hz Ebubekir de tertîp bike. Bernameya ku dê were lidarxistin di dû seansan de him ji bo mêran him jî ji bo jinan wê were lidarxistin.
Serokê Lijneya Rêvebirê yê Sag-Çevê Sitki Guneş di derbarê bernamê de zanyarî da. Dûvre destnîşan kir ku bername dê jo bo pîrekan 30ê mijdarê roja duşemê di saet 12.30an de û ji bo zilaman di heman rojê saet 19.00an de were lidar xistin.
Her wiha hat ragihandin ku bername di Salona Dawetê ya Alyansê ye. Bername dê bi Tirkî-Kurdî were lidarxistin û dê ji teref hunermendên Ozlem Ajansê ve sirûd û îlahî werin xwendin.(ÎLKHA)