• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îttîhadul Ulema li Êlihê medrese vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îttîhadul Ulemaya ku li giştê welat bi medrese û fealîyetên ku dike dibe wesîle ku bi hezaran telebe ilm tehsîl bikin şubeyeke xwe li Beşevlera Êlihê vekir.

Medrese duh di seat 10.00an de hat vekirin. Arîkarên Miftîyê Bajêr ê Êlihê Muhammed Yusuf Yaşar û Ahmet Duran, Miftîyê Navçeya Gercewsê Mehmet Demîr, Alimên ku endamên Îttîhadê ne û her wiha gelek rîspî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

“Em ji hevdû re hewcedar in û divê em hêzên xwe bixin yek”

Serokê Yekîtîya Medrese û Aliman Mela Enver Kiliçarslan  di vekirina medresê de axavtinek kir. Kiliçaraslan di axavtina xwe de destnîşan kir alimên ku warisên pêxemberan in mecbur in ku kitêba Xwedê û sunneta Resûlullah teblîxî însanan bikin û axavtina xwe wiha domand: “Ev wezîfeya pîroz û mibarek piştî pêxemberan ji aliman re maye .Divê em hemû gelekî baş bifikirin. Gelo em vê wezîfa  xwe dikin an na? Pêxemberê me dibêje ‘ Alim warisên pêxemberan in.’ Gelo dema ku em biçin hizûra Xwedê Teala em ê bi rûyekî spî karibin biçin. Gelo em ê karibin bibêjin Ya Resûlullah ez warisê te bûn, min doza domand,wê teblîxa ku te kir min jî kir? Divê  em li kitêba Xwedê û li sunneta Resûlullah xwedî derkevin. Dibe ku meşrep, mezhep û zimanên me ji hevdu cûda bin; lê belê dînê me , rêya me û Rebbê me yek e. Em ji hevdu re hewcedar in. Divê em hêzên xwe bixin yek.”

Di bernameya vekirina medresê de alimên kesên mîna Mela Beşîr Şîmşek û Mela Osman Tayfur jî di der barê girîngîya medreseyan û di der barê wezîfeya aliman de axivîn.Bername bi duakirina Serokê Şefkat Elîyê Mela Ahmet Varol bi dawî bû.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir