Li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku roja şemîyê di seat 13.00an de li Sûra Amedê hatibû îlankirin îro di seat 07.00an de hat rakirin.
Hat ragihandin qedexeya derketina derve ya ku roja şemîyê di seat 13.00an de li Sûra Amedê hatibû îlankirin îro di seat 07.00an de hat rakirin.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Qeymeqamtîya Sûrê ve hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin: “Ji bona fealîyetên rêxistina terorê li navçê werin astengkirin û ji bona ewlehîya xelkê ya can û mal were temîn kirin di tarîxa 28.11.2015an de ji bona Taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmazê derketina derve hatibû îlankirin. Ev qedexeya ku hatibû îlankirin îro di seat 07.00an de hatîye rakirin.”(ÎLKHA)