• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Di doza Yasîn Boru de teleba reddî hakîm jî hat redkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Danîşîna doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Îda Qurbana borî de dema ku goştê qurbanan ji kesên feqîr û jar re belav dikirin ji teref PKKyîyan ve bi şiklekî hovane hatibûn qetilkirin li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danîşîna ku qatilên Yasîn Boru û hevalên wî lê tên darizandin ji ber ku telebên kesên muştekî û mexdûr ji teref heyeta mehkemê ve hat redkirin parêzer û naskirîyên mexdûran mezela danîşînê terk kirin.

Di rûniştina piştî nîvro yê danîşîna doza Yasîn Boru û hevalên wî de parêzer teleba ‘Reddî Hakîm’  kirin. Encax ev teleb jî ji teref mehkemê ve hat redkirin. Ji ber vê yekê parêzeran ji tewra mehkemê re îtîraz kirin.

“Di derheqê 4 bersûcan de ew qas sûç û delîl hebûn, lê dîsa hatin tehlîyekirin”

Ji parêzerên dozê Parêzer Murat Sadak di derbarê mijarê de destnîşan kir ji wextê ku doz ji Diyarbekirê neqlî Enqerê kirine ve geh geh bêhiqûqî tên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji van bêhiqûqîyan a yekemin ev e ku di derheqê 4 bersûcan de ew qas sûc û delîl hebûn, lê dîsa hatin tehlîyekirin. Ev kesên ku hatin tehlîyekirin hê xwe neparastibûn jî.”

“Darizandineke adilane nikare bê kirin”

Sadak di berdewama axavtina xwe de di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Me bêhiqûqîyên ku hatine kirin anî ziman. Lê me teleba reddî hakîm nekir. Ev cardin dubare kir. Îro ew mezela ku lê darizandin dihat kirin ew qas teng bû ku mirov tê de difetisî. Me ji vê yekê re îtîraz kir. Di mezeleke wiha de darizandinekê adilane nikare bê kirin. Ji ber vê yekê me guhartina mezelê teleb kir. Lê belê ev teleba me jî bi şiklekî bi terefdar hat redkirin. Piştî nîvro jî me ji bona betalkirina qerara navberê ji mehkemê teleb kir. Lê belê dîsa mehkemê vê qebûl nekir. Ji ber vê yekê ji ber ku di bin van şertan de darizandinekê adilane nikare bê kirin me ji mehkemê teleb kir da ku ji dozê vekişî. Mehkeme vê yekê jî qebûl nekir.  Ji ber vê qebûl nekirina mehkemê me vêcar jî teleba reddî hakîm kir. Mehkeme vê jî qebûl nekir. Me jî ji vê yekê re îtîraz kir.”

Sadak di dawîya axavtina de destnîşan kir piştî vê merhelê temamên muameleyên ku wê bên kirin bêhukm in û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî vê merhelê temamên muameleyên ku wê bên kirin bêhukm in. Lê belê mehkemê bi şiklekî terefdar darizandinê didomîne. Em ê ji van bêhiqûqîyên ku tên kirin re îtîrazên xwe bidomîn .”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir