• DOLAR 32.516
  • EURO 34.869
  • ALTIN 2476.693
  • ...
"Pêwîst e ku xwedî li Beşa Kurdolojîyê were derketin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Midûrê Beşa Ensitîtûya Zimananên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncuyilê Vecîhî Sonmez da zanîn ku ev beş di sala 2012an de hat vekirin. Dûvre destnîşan kir ku ev beş ji bo herêma me pirr girîng e. Ji ber vê yekê pêwîst e ku YOK û hikûmet xwedî li vê beşê derkevin û vê beşê pêş bixin.

Doç. Dr. Vecîhî Sonmez di derbarê vê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî û anî bi bîr ku ev beş di sala 2012an de hat vekirin. Sonmez dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir. “ Em ji wê rojê ve heta îro perwerdehîya xwe didomînin. Dema ku me nû dest pê kir 30 xwendevanên me a beşa bitez û 30 xwendewanên me a beşa bêtez hebûn. Me par jimara xwendevanan zêde kir. Bi taybet xwendevanên me yên beşa bêtez îsal bû 70. Her wiha xwendevanên me yên beşa bêtez dixwînin perwerdehîya xwe domandin. Ev bû 4 sal ku Beşa Kurdolojîyê dayîna perwerdehîyê didomîne.”

“ Xwendekarên me him welatî him jî biyanî ne”

Sonmez, diyar kir ku ji 2015an ve di beşa Kurdolojîyê de nêzî 200 xwendekar perwerdehî dibînin û axavtina xwe wiha domand: “Xwendekarên me him welatî him jî biyanî ne. Ji Kurdîstana Iraqê 17 10 xwendekarên bitez û ji Tirkîyê jî 76 xwendekarên bêtez û bitêz qeydên xwe çêkirin.”

“ Pêwîst e ku zimanê Kurdî di makeqanûnê de cî bigire”

Sonmez xebatên makeqanûnê nirxand û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê bargehê de pêwîst e ku zimanê Kurdî di makeqanûnê de cî bigire. Lewra di herêma me de nêzî 40 milyonan însan vî zimanî diaxivin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku Kurdî him di makeqanûnê de him jî di pergala perwerdehîyê de cî bigire. Pêwîst e ku kî bi kîjan zimanê dixwazê bi wî zimanî perwerdehîyê bibîne. Lewra ev mafek him însanî him jî îslamî ye. Pêwîst e ku pêşîya vê yekê neyê girtin. Di bargeha xebatên makeqanûnê de û di derbarê çareserîya vê pirsgirêkê de him wek ensitûtî him wek beş him jî wek gel em alîkarî ji rêvebiran dixwazin.”

“ Em li beşa Kurdolojîyê xwedî derkevin”

Sonmez wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bo ku beşa me çêtir li pêş bikeve pêwîst e ku tu kes ji me re astengî dernexe. Her wiha pêwîst e ku piştgirî bidin me.”(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir