Li Mêrdînê li dijî PKKê operasyon: 7 binçavî
Di operasyonên ku li Nisêbîn û Qoserê li dijî PKKê hatin kirin de 7 kes hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê di çarçoveya operasyona ku li dijî PKKê hatin kirin de 5 kes li Qoserê û 2 kes jî li Nisêbînê hatin binçavkirin.
Di sergiritinên ku li taxên Îpek û Mezoptamyaya Qoserê hatin kirin de kesên bi navê O.S. û G.T. û 3 kesên din ên ku navên wan nediyar in tevde 5 kes hatin binçavkirin. Her wiha li Nisêbînê jî kesên bi navê B.N, û M.S.D. ên ku karkerên şaredarîyê ne hatin binçavkirin.(ÎLKHA)