Li Nisêbînê di nava 13 rojan de 18 PKKyî hatin kuştin
Qedexeya derketina derve ya ku li Nisêbînê hatibû îlankirin hêj berdewam dike, di pêvajoya qedexeya derketina derve de heta niha 18 PKKyî hatin kuştin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ev bû 13 roj ku ji bona barîkat werin rakirin û hendek werin girtin opersyon hatine destpêkirin. Hat ragihandin di operasyonên ku di pêvaojoya qedexekirinê destpêkirine de tevde 18 PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin polêsan li Camîya Hacî Şemsettîn ê ku PKKyîyan ji mînara wê marşên PKKê lê dixistin operasyon kirin. Piştî operasyona ku hat kirin re cardin dengê azanê ji camîyê hat.(ÎLKHA)