NATO derasayî dicive
Hat ragihandin NATO li ser daxwaza Tirkîyê wê bicive.
Piştî ku Tirkîye li sînorê Sûrî balafira Ûris daxist re Tirkîye ji NATOyê daxwazîya civînê kir. NATOya ku teleba Tirkîyê nirxand, qerara civînê da. NATO ji ber daxwaza Tirkîyeyê wê li gor seata Tirkîyeyê di saet 18.00an de derîasayî bicive.
Berdevkê NATOyê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Berdevkê NATOyê destnîşan kir ku ew, geşedanên ku diqewimin ji nêz ve dişopînin û ew bi rêvebirên Tirkîyê re di têkilîyê de ne.(ÎLKHA)