• DOLAR 32.581
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2430.449
  • ...
Balafir ji teref jetên Tirkîyê ve hat daxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di der barê balafira şer a ku li sînor hat daxistin de agahî tên û mijar zelal dibe. Balafira SU 24 a ku hatîye daxistin a Rûsyayê ye. Hat diyarkirin balafir ji ber ku sînor îxlal kirîye hatîye daxistin.

Di daxuyaniya ku ji teref Serfermandarîyê ve hat daxuyandin de hat diyarkirin balafira ku hat daxistin 10 car hat îqaz kirin. Lê dîsa jî sinora Tirkîyê îxlal kir û ji teref balafirên F-16ê ve hat daxistin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin balafira ku sînorên hewayê yên Tirkiyeyê îxlal kirîye di çarçoveya rêgezên angajmanê da hat daxistin. Her wiha di daxuyanîya ku di derbarê mijarê de hat dayîn de hat ragihandin balafira Rûsyayê ya bi tîpa Sû 24 e.

Her wiha li gor agahîyan Serokomar Recep Tayîp Erdogan di derbarê mijarê de ji Serfermandîyê agahî hilgirt.

Di derbarê balafira ku hat daxistin de ji teref Wezeratê Parêzwanîyê yê Rûsyayê ve jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin balafira ku hatîye daxistin îxlala sînorê nekiriye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir