• DOLAR 32.579
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2428.678
  • ...
Malbata Yasîn Boru û yên hevalên wî li benda edaletê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru û hevalên wî par di 6-8ê cotmehê de ji teref PKK/HDPyîyan ve dema ku goştê qurbanê li feqîran belav dikirin hatibûn qetil kirin. Doza wan wê di 2yemîn Mehkemeya Giran a Enqerê de were dîtin.

Bavê Yasîn Boru Fîkrî Boru diyar kir ku dema kurê wî goştê qurbanê li feqîran belav dikir bi şiklekî wehşîyane hat qetilkirin. Boru dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Dê ez beşdarê doza ku li Enqerê were dîtin bibim. Lê kesên ku wî qetil kirine yek bi yek tên serbest berdan. Ez ji dadgehê edaletê dixwazim. Ev doz ne dozeke biçûke. Ev doz bûye doza raya giştî. Hakimê ku dê vî biryarê bide bila baş bîne bîra xwe ku zarokên me bi şiklekî wehşîyane hatin qetilkirin. Dûvre bila biryarê bide. Daxwaza me ya herî girîng edalet e.”

“Em darizandinekê wiha qebûl nakin”

Bavê Hasan Gokgoz Mehmet Gokgoz jî dest nîşan kir ku ew jî li benda edaletê ne û wiha pêde çû: “Di mehkema ku borî de şexsek hat tehlîyekirin. Di rûniştina berîya wî de jî ji me tu tiştî nepirsîn. 6 kesan serbest berdan. Kesên ku zarokên me qetil kirine niha li derve ne. Pîreka ku lawê xwe ji jor ve bi bendê  daleqendibû jêr niha azad e û li derve ye. Em darazandinekê wiha qebûl nakin. Ev ne edalet e. Heke qala edaletê dikin bila edalet cîyê xwe bigire. Yek bi yek serbest berdana sûcdaran ne edalet e.”

Gokgoz diyar kir bi hinceta ku hinek sûcdar hêj zarokin hatin berdan. Ev yek nayê qebûl kirin. Dûvre Gokgoz wîha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelo Yasîn Boru çend salî bû? Nevîyên min sêwî hêştin. Ev yek ji bo wan wek mirin e. Lawê min alîkarîyê feqîran dikir. Min di derbarê kesên ku bang li gel kirin da ku derkevin kolanan û piştgirî dan vê yekê de doz vekir. Lê tu bersiv nehat.”

“Em dibêjin edalet lê tu bawerîya me bi edaletê re nema”

Nîhat Guneş ê ku birayê Rîyat Guneş e diyar kir ku di her rûniştinê de sûcdar tên serbestberdan û wiha lê zêde kir: “ Kesên ku tên tehlîyekirin yek bi yek diçin serê çiya. Vê yekê malbatên bersûcan jî tînin ziman. Em dibêjin edalet lê tu bawerîya me ji edaletê re nema. Heke hûn zarokekî 5 salî jî bînin salona mehkemê,  ew ê jî bizanibe ku ew bersûc in. Tu bawerîya me ji dadgehê re nema. Pergala edaletê ya Tirkîyê nikare bersûc û bêsûcan ji hev cûda bike.”

Guneş destnîşan kir kesên ku vê yekê kirin û yên dane kirin wê nikaribin ji yetîmên ku li paş hêştine re hisabê bidin û axavtina xwe wiha domand: “ Me li ser rêvebirên HDPyîyan doz vekir, lê di derbarê van rêvebiran de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Daxwazîya me ew e ku siyasetmedar û darazî çi hewce dike bikin. Di berîya hilbijartinê de kesên ku digotin wê edalet cîyê xwe bigire, piştî hilbijartinê her tişt ji bîr dikin. Em ê wan sozên ku hatine dayîn di vê dadgehê de bibînin. Encam çi dibe bila bibe bila qatil vê yekê bizanibin ku wê ew nikaribin ji van sêwîyan hisabê bidin.”

Doza ku lê 22 kesê wî girtî, 7ê wî negirtî û 5ê wî firarî bi tevahî 34 bersûc tên darizandin wê di 25ê mijdarê de li 2yemîn Mehkemeya Giran a Enqerê bidome.(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir