• DOLAR 32.561
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2421.182
  • ...
Qeyda deng a qetlîama 6 û 7ê Cotmehê hat weşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn sala borî di 6 û 7ê Cotmehê de Yasîn Boru û hevalên wî di Îda Qurbanê de dema ku goştê qurbanan belav dikirin ji teref HDP/PKKyîyan ve di mala ku xwe lê spartibûn de bi şiklekî wehşîyane û hovane hatibûn qetilkirin. Qeyda deng a mala ku Yasîn û hevalên wî xwe spartibûnê hat weşandin. Qeyda deng bi şiklekî eşkere di bûyeran de çi tişt pêk hatine bi însanan dide zanîn.

Di qeyda deng a ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de tê fêmkirin pîreka ku xwedîyê xanîya ku Yasîn û hevalên wî xwe spartibûnê telefonî polêsan dike û hawara xwe ji wan re dibe. Di qeydan de tê fêmkiririn ji ber wehşeta ku hatîye kirin xwedîya malê li xwe heyîrî maye û di dema ku polêsan re diaxaive ew ji ber wehşetê nizane çi bike. Her wiha di dema axavtina pîrekê ya bi polêsan re de tê dîtin polês bi pîrekê eleqedar nabe û ji mijarê re laqeyd dimîne û tinazên xwe pê dike.

Pîrek di axavtina xwe ya ku bi polês re dike de ji ber ku kesên PKKyî li ber derîyê mala wê ne ji polêsan alîkarîyê teleb dike û navnîşana mala xwe dide polêsan da ku werin alîkarîya wê. Lê belê ji ber ku polês ji mijarê laqeyd dimînin û bi mijarê eleqedar nabin pîrek çendîn carên din polêsan digere.

Di qeyda deng a ku hatîye weşandin de her wiha tê xuyakirin kesên PKKyî xwedîya malê tehdîd dikin da ku derî ji wan re vebike. (İLKHA)

 

 



























Bu haberler de ilginizi çekebilir