• DOLAR 32.517
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2433.248
  • ...
Hiqûqnasan ji bona doza Yasîn Boru bangewazîya beşdarbûnê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doza Yasîn Boru û hevalên wî wê di 25ê Mijdarê de li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqereyê bê dîtin. Piştgirîyek jî ji doza Yasîn Boru û hevalên wî re ji teref hiqûqnasan ve hat dayîn. Hiqûqnasan daxwaz û bangewazî kirin da ku hemû kes ji dozê re bibin şopînêr.

Di derbarê mijarê de Parêzer Murat Sadak destnîşan kir hemû kesên ku guh didin dengê wîjdana xwe bila di 25ê Mijdarê de li Enqerê ji bona dozê hazir bin û axavtina xwe wiha domand: “Ev cinayet ne tenê di şexsê Yasîn de her wiha di şexsê temamê însanetîyê de hatîye kirin. Ji vê sûcê gelek kes zirar dîtin. Em ne di nava hêvîya edaleteke mutleq de ne. Lê belê heger delîlên ku hene bi heqê wê werin nirxandin û vekolandin em hêvî dikin edaleteke dinyewî pêk were.”

Parêzer Gulden Sonmez jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez bangewazîyê dikim da ku ji çar alîyê Tirkîyê hemû kes beşdarî vê doza bibin. Bi şiklekî wehşîyane û hovane qetilkirina însanekî bêguneh êrîşekî ku li me hemûyan hatîye kirine. Divê di vê dozê de hisabê hemû tiştan bê pirsin. Divê xelkê Tirkîyê piştgirîyê bide malbatên Şehîdan û divê li heq û mafên wan xwedî derkeve. Divê ev mucadele bê dayîn. Lewra ev barê li ser milên me ye. Em ê wek parêzeran beşdarî temamê rûniştinên dozê bibin û piştgirîya ku ji destên me tê em ê bidin.”(ÎLKHA)

 

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir