Hînkeran ji sonda mamosteyan re bertek nîşan dan
Mamosteyan ji ber ku di 24ê mijdarê roja mamosteyan de ew ê di bernameyên ku bên kirin de ji mamosteyan re "Marşa Mamosteyan" û "Sonda Mamosteyan" bidin xwendin re bertek nîşan dan. Lewra di sond û marşa ku wê bidin xwendin de tirkîtî tê ferzkirin.
Di 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan de ew ê di bernameyên ku bên kirin de bi mamosteyan “Marşa Mamosteyan” û “Sonda Mamosteyan” bidin xwendin. Ji ber ku di vê marş û sondê de zexta tirkîtî û pesna tirkîtîyê tê kirin mamosteyan bertek nîşanî vê rewşê dan.
Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Stenbolê ji ber minasebeta Roja Mamosteyan ew ê bernemeyekê li dar bixe. Di çarçoveya bernameya ku wê bê kirin de ew ê ji teref Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Stenbolê ve ji lîsteyê 50 mamostê bên hilbijartin û ew ê marş û sonda mamosteyan bi şiklê qoroyê vê marş û sondê bi mamosteyan bidin xwendin.
Ji ber ku di naveroka marş û sondê de behsa tirkîtî û pesna tirkîtîyê tê kirin mamosteyan ji rewşê bertek nîşan dan û destnîşan kirin ew naxwazin vê marş û sondê bixwînin.(ÎLKHA)