• DOLAR 32.537
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2436.59
  • ...
Li Tarsûsê wê Navenda 'Ilmên Qur'anê bê vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftîyê navçeyê Hayrî Erenay diyar kir ew dixwazin ku li navçeya Tarsûsê ji bo xwendewanên dibistana navîn û xwendewanên zanîngehê Navenda ‘Ilmên Qur’anê û Xewgeha Xwendewanên Qîz a Weqfa Dîyanetê vebikin. Erenay destnîşan kir ew ji ber vê yekê xebatên xwe zêdetir kirin.

Erenay, di derbarê vê mijarê de daxuyanî da û diyar kir wan avahîyeke 7 qatî ya ku berê wek Borsaya Bazirganîyê ya Tarsûsê  dihat bikaranîn kirîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me vê avahîya ku standîye ji bona xwendekarên dibistana navîn û xwendekarên zanîngehê guharte   Navenda ‘Ilmên Qur’anê û Xewgeha Xwendewanên Qîzan a Weqfa Dîyanetê .

Erenay axavtina xwe wiha domand: “Avahîya ku wek  Borsaya Bazirganîyê ya Tarsûsê dihat bikaranîn, ji bona ku ji nû ve wek avahîya ‘Ilmên Qur’anê û Xewgeha Xwendewanên Qîzan a Weqfa Dîyanetê  were saz kirin hat standin. Bînaya ku di bihaya nêzî 6 milyonan de ye me bi alîkarîyê rêvebirên Borsaya Bazirganîyê ya Tarsûsê  bi  milyonek û nîvê sitand.”

Erenay destnîşan kir ku dê vî bînayê bi alîkarîyên xêrxwazan wek xewgeha xwendekaran ji nû ve saz bikin û armanca wan ew e ku odeyên cot û çareçar saz bikin. Erenay wiha axavtina xwe domand: “ Wê xewgeha me bigihêje hevotin û hînkirina dewra 2016-2017an. Ji ber vê yekê em li benda alîkarîya xelkê xwe ne. Em wek miftîtîya Tarsûsê çi ji destê me tê em dikin.”(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir