• DOLAR 32.574
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2425.443
  • ...
Doza "Yasîn Boru"  di 25ê mijdarê de wê berdewam bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûniştina doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên ku di 6 û 7ê Cotmehê de bi banga HDPê derketibûn de dema ku goştê qurbanan belav dikirin hatibûn qetilkirin wê di 25ê mijdarê de li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê berdewam bike. Li gor agahîyan ji çar alîyên Tirkîyê gelek kes ew ê di rêberîya STK û partîyan de werin Enqerê û ew ê dozê bişopînin.

Rayedarên Partîya Doza Azad ên ku ji destpêka pêvajoyê heta niha dozê dişopînin di derheqê dozê de dayîna daxuyanîyên xwe hêj didomînin. Hat diyarkirin ew ê di pêşîvantîya HUDA PAR û hinek STKyan de ji bona çûyîna Enqerê wesayît bên temînkirin.

Her weke ku tê zanîn di 5ê Cotmeha 2015an de roja duşemê di rûniştina ewil ya dozê de ji 34 bersûcên ku dihatin darizandin ku 22yên wan girtîne, kesek hatibû tahlîyekirin û rûniştina duyemîn a dozê taloqî 25ê mijdara 2015an hatibû kirin.(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir