• DOLAR 32.538
  • EURO 34.763
  • ALTIN 2490.568
  • ...
Bila dosyayên Hîzbullah ji nû ve were vekolandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Yusûfî-Derê û Parêzer Mîrhan Ozbeklî diyar kir ku di pêvajoya 28ê sibatê de bi destê dewletê bê hiqûqî hatin kirin û destnişan kir ku pêwîst e dosyayên mehkûman ên doza Hîzbullahê ji nû ve were lêkolandin. 

Mîrhan, da zanîn ku mijara mehkeme kirinê demeke dirêj e ku civatê meşxûl dike. Di wê çaxê de miameleyên binçavkirinê bi şiklekî dereqanûnî dihatin kirin.Her wiha îşkence dihatin kirin û delîlên mehkûman bi şiklekî zanîn bi çewtî dihat amadekirin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku dosyayên Hîzbulahîyan ji nû ve were lêkolandin.

Ozbeklî, destnîşan kir ku ji teref sazîya paralelê ve li komên ÎBDA-C, Selam Tevhîd û Hîzbût-tahrîrê sergirtin hatibû kirin. Mensûbên wan koman hatin binçavkirin û hatin girtin. Dosyayên ku ji teref dadgeha bilind ve hatibûn tesdîkkirin ji nû ve hat lêkolandin. Pêwîst e jî  were vekolandin. Di derbarê van mehkûman de tehlîye û rûsipîbûn hat derxistin.

Ev sergirtin bi teybet di Kurdistana Tirkîyê de li dijî Cemaeta Hîzbullah hat kirin. Delîl û dosyayên ku di sergirtinê de hatîne bidestxistin niha li cem dadgeha bilind in. Pêwîst e ku ev dosya ji nû ve werin lêkolandin. Ev yek di destê Enqerê û hikûmetê de ye. Lê mixabin Enqere di derbarê vê mijarê de tu gav navêje. Ev yek zirarên mezin dide nêrîna hiqûqê ya însanan.

Ozbeklî da zanîn ku di hilbijartina 1ê mijdarê de AK Partî bi tena serê xwe bû îqtîdar û niha hewl dide ku çewtîyên ku kiribû sererast bike. Dûvre Ozbeklî bal kişand ku ew jî hêvîdarin ku AK Partî ji vê yekê re sadiq bimîne.

“Heke di vî warî de gavek neyê avêtin dê jidilîbûna îqtîdarê were nîqaş kirin”

Ozbeklî, diyar kir  xeteyên ku li mexdûran hat kirin hindik jî be divê ku were telafîkirin û wiha pê de çû: “Nêzê 2 hezar kes hatîye mexdûrkirin. Hinek ji wan di girtîgehê de ne, hinek ji wan li derveyê welat in û hinek ji wan jî hêj dosyayên wan didome. Heke derbarê vê yekê de gavek neyê avêtin wê jidilîbûna îqtîdarê were nîqaşkirin.”

“Daxwazîya me ya ji teref kesênzana ve lêkolandina delîlan nehat nirxandin”

Ozbeklî, bal kişand ku di salên 2000an de sergirtin li cemaetê hatin kirin û bi van sergirtinan re cezayên ku bêdelîl û bêhiqûq in hatin dayîn. Dûvre Parêzer Mîrxan axavtina xwe wiha domand: “ Delîlên ku tên idîakirin di wî sergirtinê de hatin bidestxistin ne diyare gelo li kû ne. Her wiha delîlên ku di sergirtinên din de jî hatin bidestxistin pêwîst e ku ji nû ve were lêkolandin. Hacî Înan tê tehlîyekirin. Diçê mala xwe. Piştî 2 rojan dûbare tê binçavkirin. Bîlgîsayara lawê wî wek delîl hilanîn. Ji bo ku însanan rencîde û qirêj bikin dîmenên neminasîb avêtin nav zanînjimarê. Me parêzeran vê yekê piştî 2015an nîqaş kir.Bi teybet me xwest ku vê yekê kesênzana binirxînin. Lê daxwaza me nehat nirxandin.”

“Di dosyayên Ergenekonê de ji Tirkênsipî (Tirkên pozbilind) re îmtîyazdarî hat kirin”

Ozbeklî, da zanîn ku dosyayên Ergenekonê û yê wek Ergenekonê jî pêwîst e ku jî nû ve were lêkolandin û wiha li axavtina xwe zêde kir “ Bi şiklekî diyar wiha tê gotin ‘Ji Tirkênsipî re îmtîyazdarî hat kirin. Di tetbîqatên hiqûqê ya hemdemî de pêwîst bû ku darazî ji hemî kesan re wek hev tevgerî bikira. Heke Tirkîye ji alîyê siyaset, aborî û hiqûqê ve maye paş ji vî yekê ye. Wî çaxê bi teybet li herêma Kurdîstana Tirkîyê JÎTEM û rêxistinên wek JÎTEMê bi şiklekî dereqanûnî jêpirsîn û înfazan kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku ev dosyayên mehkûman ji nû ve were lêkolandin.”

Ozbeklî ji ber ku arşîvên Cemaeta Hîzbullah daxilî dosyayê nehatîye kirin bertek nîşan da û vê yekê rexne kir. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Me bi şiklekî israr daxwaz kir ku ev belge û delîl ji nû ve werin nirxandin. Lê mixabin ev yek bala kesî nekişand. Ji ber wan belge û dokumanan 5-6 hezar kes ceaza sitandin.”(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir